Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beve Şehîdekî doza rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

17:21 - 9 Adar 2020

Hecî “Elî Mehmûdî”, nasikirî bi “Elî Mela”, bavê şehîd “Silêman Mehmûdî” xelkê bajarê Mihabadê koça dawiyê kir.

Hecî Elî, bavekî welatparêz û hogirê PDKÎ bû ku, tim şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.

Hecî “Elî Mehmûdî”, di sala 1361`an de digel 58 malbatên Mihabadê ji aliyê rejîma Îranê ve bo bajarê “Damexan” a girêdayê parêzgeha “Simnan”ê hatibûne dûrxistin û piştî 2 salan hatibû berdan.

Şehîd “Silêman Mehmûdî”, naskirî bi “Bêkes”, li sala 1343`an di bajarê Mihabadê de ji dayîk bibû.

Piştî êrîşa rejîma xwînmij a Îslamî ya Îranê li ser axa Kurdistanê, tevlî refên hêza pêşmergê Kurdistanê bû û erkê xwe yên pêşmergatiyî bi dilsozî ve bi rê ve dibir.

Şehîd “Silêman” di 1`ê Banemer a sala 1362`an de, li şer û pevçûn digel hêzên rejîma pet û sêdare di cihek bi navê “Kanî Bidax”ê de, tevlî karvanê Şehîdan bû.

Hecî Elî, heya demên dawiya jiyana xwe emegdarê rêbaza şehîdan mabû.

Termê Hecî “Elî Mehmûdî” bi beşdariya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spatrin.

PDKÎ, sersaxiyê dide malbat, xizim û kesên Hecî “Elî Çehmûdî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.