
Parêzerekî Îranî bi komkirina wajoya 620 kesan, daxwaza derxistina nûnerê berê yê rejîma Îranê yê ku di Saziya Navnetewî de bû yê bi navê “Mihemed Ceifer Mehellatî” ji zanîngeha “Oberlin College”ê kirine.
Roja Înê, 9ê Çirriya Pêşîn, Parêzerê Îranî-Kanadayî yê Dadgeha welatê Kanada, “Kawe Şehrûz” ji karpêdan bi nûnerê berê yê rejîma Îranê li saziya Navnetewî, yê bi navê “Mihemed Ceifer Mehellatî” ji aliyê zanîngeha “Oberlin College” di îyaleta “Ohio” (Ohayo) a Amerîkayê rexne girt û bi nivîsandina nivîsek ku 620 kesan jî îmze kirine, daxwaza derxistina wî dîplomatê Îranê ji berpirsê zaningea “Oberlin” kiriye.
Kawe Şehrûz daye zanîn ku, “Mihemed Ceifer Mehellatî” di veşartina rastiyan li derheq kuştinên dehika 60an rol hebûye û tawanbarê “cinayet li dijî mirov” e.
Di heyamê nûneratiya “Mihemed Ceifer Mehellatî” li salên 60an di Saziya Navnetewî de, wî bi caran raporên Saziya Navnetewî yên derheq kuştinên di dehika 60an de bi çewtekarî dabûne xuya û red kiribûn, lewma tawanbarê wan cinayetan e.
Pêka datayên zanîngeha “Oberlin”ê, “Mihemed Ceifer Mehellatî”, wek “Lêkolerê Zanistên Îslamî û Endamê Zanistî yê girûpa Ol” di wê zanîngehê de ye.
Rejîma Îranê ji dîplomatên xwe di derveyê welat de wek terorîst, înkarkerê rastiyan û belavkerê deng û çewtekariyan mifah vergirtiye.