
Berpirsekî rejîma Îranê daye xuya ku zêdetir ji 25 milyon kes di Îranê de di bînayîn kevin û nivexiravbûyê de dijîn û herwisa 148 hezar hiktar binayên wiha hene ku nayêne bikaranîn.
Roja Duşemî 7ê Kanûna Pêşîn, Cihgirê Wezirê Rê û Bajarsazî yê rejîma Îranê, “Mehdî Iburî” got: “20 milyon kes yên xelkê Îranê li malên kevin û nivekavil de dijîn, herwisa daye xuya ku 148 hezar hiktar ji binayên bikêrnehatî, kevin û cihên manê yên nefermî di Îranê de hene û bona nûjenkirina bajaran bo heyamê 10 salan, her salê 270 tax û di gelemper de 2 hezar û 700 tax dibe bêne avedankirin.
Bînayên kevin ew bînane ne ku bi piranî metirsiya herifîn li ser wan heye û xelkê ku di wan xaniyan de dijîn ti ewlehiyeke canî tinînin.