Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi berevajiya îdiaya rejîmê, rewş li seranserî Îranê avirteye

12:02 - 23 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Bi berevajiya piropagenda deshilatdarên rejîmê, ku radigehînin rewş hêmin bûye û dawî bi xwenîşandanan hatiye, seranserî Îranê pêwajoya sernixûniya rejîmê berdewam e.

Di seranserî Îranê de rejîm bi tewavî hêza tepeserkarî ya xwe, di halê amadebaşiyê de ye.

Qutbûna Înternetê li seranserî Îranê ji aliyê rejîmê ve berdewam e û peywendiya xelkê digel cihan tineye.

Piraniya bazarên bajarên mezin yên wekî, Teharan, Şîraz, Îsfehan, Kirmaşan, Ehwaz, Kerec, Merîwan, Ciwanro, Bokan û…hwd hatine daxistin.

Jiyan bi tewavî di piraniya bajaran de sekiniye.

Hezaran Bank û Pompbenzîn hatine şevitandin.

Rejîmê hezaran kes desteser kirine, û malbatên wan ti agahiyek ji qedera lawên xwe nîn in.

Termê sedan kes ji şehîdan û sedan birîndar di destê rejîmê de ne, û bi malbatên wan re nade.

Piraniya Îdare û xwandingeh û zanko hatine daxist in.

Qada hinek bajaran wekî meydana şerê 2 dewletan e, û piraniya bajaran ji aliyê rejîmê ve hatiye milîtarîzekirin.

Gazî kirin û girtina çalakvanên warê cuda cuda ji aliyê hêzên tepeserkare rejîmê ve.

Hezaran kes ji hêzên rejîmê amade nebûne xelkê bikujin û dest ji kar kêşa ne.

Tirs û xofa rejîmê ji agirê serhildana xelkê zêdetir bûye.

Lewma rejîm nevêre înternetê wekî xwe lê bike, daku cîhan agehdarê rastiya nebe.