Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî bilindbûna nirxên kelopelên xwarinê yên weke “hêk û mirîşkan” rejîmê belgeyek nehênî bo navendên hêzên întizamî yên tev bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê şandiye.
Naveroka vê belgeyê dide xuya kirin ku, rejîma Îranê ditirse ku bilindbûna nirxan bibe sedema serîrakirina nerazîbûnên seranserî.
Herwisa rejîma Îranê di vê belgeya nehênî de behs kiriye ku, girûpên li dijî rejîmê ji vê rewşê mifahê verdigrin û xelkê li dijî rejîmê tûj dikin.
Rejîma Îslamiya Îranê di vê rewşa heyrîmayî a bilindbûna nirxan de, carek din bo vê ku hizira giştî ber bi aliyek din bibin, axa Herêma Kurdistanê topbaran kiriye û yasayên navnetewî binpê kiriye.