Di deve devê salwegera terora şehîd “Dr. Qasimlo” yê rêber, endam û alîgirên PDKÎ di bajarên “Mihabad” û “Sinê” de, çalakiyên berfireh yên teblixî bi rêve birin.
Bo cara Duyem, têkoşerên Demokrat di bajarê “Guyk Tepe” a Şarwêrana bajarê Mihabadê de, bo hilkevta 22ê Pûşperê,salroja şehîd bûna Dr. qasimlo çalakiya karê teblixî bi rêve birin.
Wan têkoşerên Demokart bi belavkirina tarkt û posterên taybet bi 22ê Pûşperê di Kuçe û kolanên wî bajarî de, emegnasî û wefadariya xwe bi rêbaza “Qasimlo”yê rêber, dane xuya kirin.
Herwisa endan û alîgirên wefadar bi rêbaza “Pêxemberê Aşitiyê” di Sine ya xwînavî de, çalakiya berfireh a teblîxî bi rêve birin.
Qehremanên Demokart di wê çalakiyê de bi danîna “axabanî û gula sor” li ser Çiya yê “Awiyer”, “Kuçkereş”, peymana wefadariya xwe digel armanc û rêbaza “Dr.Qasimlo” nû kirin û di vê çalakiyê de, bi hilkirina şemalan li ser bilindahiyên hemberî bajarê Sinê, nîşan dan ku “Qasimlo” di rêbaza xwede zindiye.