
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya salvegra avakirina PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê, çalakiyên curbicur bi rê ve dibin.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Nexedê, bo cara çendê bi boneya 25`ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ, li gundên Daş Durge, Mimênd, Girava Serpirdê, Qereqesab û Girdeqît Çalakiya berfireh ya teblîxî bi rê ve birin.
Endam û alîgirên PDKÎ ji riya van çalakiyan ve, digel rêbaza şehîdan û PDKÎ peyman nû kirin.
Li ser pêşniyara Pêşewa Qazîmihemed ku endamê Komeleya J-K bû, Partiya Demokrat li ser bingehên teşkîlatî ên vê komeleyê, di 25`ê Gelawêjê hate avakirin, û di yekem kongireya hizbê, bernameya pêşniyarkirî ya Pêşewa pesend dibe, û bi xwe jî wekî rêberê hizbê tê hilbijartin.