Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya Newrozê çalakî hatin lidarxistin

15:46 - 13 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li ber nêzîk bûna cejna Newrozê, endam û alîgêrên PDKÎ, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokratê, li ber nêzîkbûna cejna Newrozê, tirakit û postêrên taybet bi hatina cejna Newrozê  belavkirin.

Endam û alîgêrên PDKÎ, li bajarê Pîranşarê, bi belavkirina tirakt û postêrên ku ji aliyê Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Rojhilat hatinbûne belavkirin, bo pêşwazîkirin li Newrozê”Dîlana azadiyî” çalakiyên tebilîxî birêve birin.

Ev cihên ku, çalakiyên tebilîxî hatine encam dan wiha ne:

“Şeqama Pîran, şeqama Mihemed Ewraz, şeqamên Kunexanê, şeqama mizgefta Donexor, şeqama Sahilî û şeqama Pîran.