Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya roja cîhanî ya nehêlana koletiyê

13:09 - 11 Îlon 2014

Hîwa Mîrzayî

Bi boneya pesendkirina konvansiyona pêşgirî ji qaçaxa mirovan, û kolekirin û bi xulametîwergirtina mirovan, 23’ê Tebaxê weke roja cîhanî ya nehêştina koletiyê hatiye diyarîkirin, û armanca sereke ya diyarîkirina vê rojê jî, pêşgirî ji cureyên îroyîn ên koletiyê weke: Qaçaxa mirovan, mifahwergirtina xirap ya cinsî, karê bi zorî yê zarokan, pêkanîna jiyana hevpar ya bi zorî, û çekdarkirina bi zorî ya zarokan bona beşdariya di şer û pevçûnan de ye.

Dîroka koletiyê vedigere bo hezaran salî berî niha, û bi watayeke din koledarî û koletî hatiye girêdan bi dîroka hebûna mirovan li ser topa erdê, û hertim di şaristaniyetan de, qatek hebûye ku di warê maf de, di nav civakê de tu mafek tunebûye, û beşek ji serwet û samana wan bi sedemên curbicur ên wek êrîşa bo ser herêmeke din, û bi dîlgirtina wan, û revandin û pêgeha nizim ya civakî, dest bi ser de dihate girtin, û xwediyên wan bi her awayekî ku hez kiriban, reftar bi wan re dikirin, û her demekê hez kiriban, ew difirotin.

Herçend bi berçav îrorojê tiştek bi navê koledariyê nemaye, û tişteke cihê hezkirina civaka medenî nine, lê di rastî de, niha jî di gel de be, hewla kolekirinê ji aliyê deshilatên dîktator ve heye, bi vê manayê ku hewla vê tê dayîn ku xelkê civakê wisa hîn bikin, ku bi awayê xwerist û hinek caran jî bi mifahwergirtina ji zext û givaşê, xelkê stûxwarê xwe bikin, û çawa hez bikin wisa bi wan re reftarê bikin, û wan bikin goriyê berjewendiyên xwe.

Mînaka herî berçav ya wê jî hikûmeta Komara Îslamiya Îranê ye ku di heyama temenê deshilatdariya xwe de, berdewam û bi awayê sîstematîk, û ji riya perwerde û hînkirin û ragehandinên giştî, û hêzên tepeserkar ên xwe ve, hewla vê yekê daye ku xelkê wî welatî bike stûxwarê bê gotin yê kêmaniyeke axûnd, û sîstemeke paşvemayî ya li gorî sedsalên navîn.

Komara Îslamiya Îranê weke hikûmeteke dîktator û paşvemayî li ser bingeha bîrkirina wilayeta feqîh kar dike, û xelk di vî welatî de xwediyê tu pêgehekê nine, û tenê divêt stûxwarê deshilatdariyê û li serveyî hemiyan wilayeta feqîh di vê sîstemê de be. Pênaseya rasteqîne ya xelkê di vî welatî de, dibe koleyên deshilatdaran, û tenê di bone û rêpîvîn û bi nav hilbijartinên rejîmê de, rejîm avriyekê li xelkê xwe dide, û piştre dîsan bi lênihêrîna hakimên Îranê, xelk dibin kole, û ew jî dibin bi heman xwediyên hertimî yên wan, û her çawan ku wan pê xweş be, bi bê berçavgirtina bîrûrayên herêmî û cîhanî, ew kesên ku hewla rizgarbûna ji vê rewşê didin, dêxne nav girtîgehê de, û cezayên curbicur ên weke îşkence û îdamê ji wan re diyarî dikin, û carna jî bi wergirtina nasnameyê ji wan, ew ji hemû wan mafên ku di nav civakê de hebûne, têne bê parkirin.

Di cîhanê de jî, girûpên binajoxwaz ên weke Bokoheram û DAÎŞ, û Komara Îslamî û Hizbullah hewl didin ku mirov û mirovahiyê vegerînin bo sedsalên navîn, û bi revandina jinan û firotina wan di vê sedsalê de, ku bi sedsala nêzîkbûna kultur û geşeya teknolojiyê hatiye nasîn, carek din mirovan vegerînin bo sedsalên tarî ên jiyanê, û bi navê dîn, koledarî û kolekirina tak û civakê ber bi pêşve bibin.
Bankîmon sekreterê giştî yê neteweyên yekbûyî di daxûyaniyekê de bi boneya roja nehêştina koletiyê dibêje ku gellek giring e ku em bona bidawîanîna koletiya modern hewleke micid bidin, jiber ku ew pirsa her tim texên hejar û wan girûpên ku ji civakê hatine dûrxistin, weke penaber û jin û kêmaniyên etnîkî ên eşîretî ên xwecihî, dixe jêr bandora xwe de.

Berpirsê Konseya giştî ya NY jî her bi vê boneyê ve di peyamekê de ragehand ku ew roja vê yekê tîne bîra mirov, ku her wek pêşîneya dîrokî ya koletiyê, formên curbicur ên îroyîn yên wê jî binpêkirina eşkere ya mafên mirovan in, û piraniya kesên ku di destên wê de dinalînin, di rastî de texên xisarhilgir ên civakê ne.

Bazerganiya sêksî jî, formeke dina ya koletiyê ye, û piştî bazerganiya çek û madeyên hişber yek ji bazerganiyên pirr bi sûd e di cîhanê de.

Hokarên bingehîn ên koletiyê di sedsala niha de, vedigerin ser hejarî û newekheviyên herêman, û destpêrenegihîştina beşeke zaf ji xelkê cîhanê bi xwendewarî û bijîveke hejî, û xizmetguzariyên tendirust, û her vê yekê wisa kiriye ku li gorî amarên rêkxirawa cîhanî ya kar (ILO) niha 21 milyon jin û mêr û zarokên pêketiyê cureyên cuda yên koletiyê di cîhanê de hene, û ji bo nehêlan û binbirkirina koletiyê hewce ye ku hemû welatên cîhanê hewleke micidtir bidin, û rêz ji kerameta mirovan bigrin, û bibin berbest li ser riya wan girûp û dewletên ku bi her navekê û li jêr navê her îdeolojiyekê, bûne asteng li ser riya azadî û jiyaneke xweş.