Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya roja Zimanê Dayîkê çalakiyên teblîxî hatin lidarxistin

16:43 - 19 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya Demokrat li bajarên Kurdistana Rojhelat, bi boneya salroja cîhanî ya Zimanê Dayîkê, çalakiyên teblîxî  birêve birin.

Li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 29`ê Rêbandanê, xebatkarên Demokrat, li mizgevta “Hesare” ya bajarê Bokanê, bi boneya salroja cîhanî ya Zimanê Dayîkê çalakiyên teblîxî birêve birin.

Her di vê derheqê de, alîgir û dilsozên ziman û kultûra Kurdî, li rêya torên civakî û bi belavkirina silogan û wêneyên taybet, rêz li salroja cîhanî ya Zimanê Dayîkê girtin.

Saziya” UNISCO”, roja 2`ê Reşeme (21`ê Şibat) ê wekî roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê hate diyarîkirin û hemû salî li seranserê cîhanê, rêz ji vê rojê tê girtin.

di Kurdistana Rojhilat de ku, di bin serkutkirin û desthilata dîktatorî a rejîma Îranê de ye, xwendina bi Zimanê Dayîkê bi wî rengî ku di yasa bingehîn ya rejîmê de hatiye, birêve nabin, lê hemû salî, di gellek bajarên Kurdistana Rojhilat de, bi birêve birina çalakiyên tebilîxî yên bi wî rengî, di nav refên hînkirin û civînên girêdayî  bi wê rojê û herwisa çalakiyên teblîxî  yên rêz girtin ji vê rojê tên lidarxistin.