Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya salroja şehîdên Kurdistanê çalakiyên tebilîxî berdewamin

13:46 - 2 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi lidar xistina çalakiyên teblîxî bo rêzgirtin li salroja Şehîdên Kurdistanê berdewam in.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera Nûçegihaniya “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ yên xelkê bajarê Mehabadê, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, salroja Şehîdanên Kurdistanê, li bajarê Bane çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Bane siloganên wekî: “Li Komarê heya Rasanê, em riya te bernadin Pêşewa Qazî” û herwisa bi belavkirina tirakt û postêrên taybet bi salroja Şehîdên Kurdistanê, çalakiyên teblîxî birêve birin.