Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi boneya salroja Zimanê Dayîkê çalakiyên tebilîxî berdewam dikin

17:24 - 23 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, di gund û bajarên Kurdistanê de, bi awayekî berdewam çalakiyên tebilîxî birêve dibin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kudistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat û xelkê azadîxwaz, bi boneya salroja Zimanê Dayîkê, di gund û bajarên Kurdistanê de tirakt û postêrên taybet bi vê rojê ku ji aliyê Navenda Hevkariyî ya Partiyên Kurdistana Îranê, hatibûne belakirinê çap û belavkirin.

Di wan çalakiyan de, endamên PDKÎ li bajarê Seqizê bi boneya salroja Zimanê Dayîkê, li kolanên wekî, “Qewx, Şanaz, derdora Pirtûkxaneya Şahid û şeqama 32 metirî, tirakt û postêrên taybet bi roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê, belavkirin.

Herwisa li roja Çarşemî rêkefta 1`ê Reşemehê jî, li bajarê Bane rêûresmek bi boneya rêzgirtin li Zimanê Dayîkê hatibû lidarxistin, û her di vê rêûresmê de, sedan kes ji xelkên wî bajarî û bajarên din,  hûnermend, helbestvan û mamostayên zimanê Kurdî beşdar bibûn.

Di vê rêûresmê de, bi xwindina sirûda “Nîştiman” a taybet bi vê rojê, û piştire bi ragirtina bîştek bêdengî destpêkir, û  paşan jî bi belavkirina kilîpeke taybet bi roja Zimanê Dayîkê, rêûresm berdewam kir.

Hevdem rêûresim, bi rêzgirtin ji roja Zimanê Dayîkê di bajarên wekî Şino û Pîranşarê de, bi beşdariya mamosta û dersxwenan berdewam kir.

Di Rojhilata Kurdistanê de, bo girîngî pêdan û vegeşandina zêdetir a Zimanê Kurdî, çendîn sazî û navend bo hînkirina ziman û kultûra Kurdî hatine avakirin, û herwisa bi awayê xwebexş û li pêxema zindî ragirtina kultûr û zimanê Kurdî xebat dikin.