Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

bi boneya salroja zimanê Dayîkê rêûresmek li bajarê Bane hate lidarxistin

13:19 - 21 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Li bajarê Bane bi boneya salroja Zimanê Dayîkê, rêûresmek, bi beşdariya sedan kes hate lidrxistin.

Roja Çarşemî 1`ê Reşemehê, li bajarê Bane rêûresmeke mezin bi boneya roja Zimanê Dayîkê bi beşdariya sedan kes hate lidarxistin, di wê rêûresmê de sedan kes ji xelkên bajarê Bane û herwisa bajarên din û hûnermend, helbestvan û mamostayên zimanê Kurdî beşdarî kiribûn.

 Ev rêûresma, bi gotina  sirûda “Nîştiman”  ku taybet bi wê rojê ye, û herwisa bi ragirtina bîstek bêdengî destpê kir, û piştre bi belavkirina vîdoyek taybet bi roja Zimanê Dayîkê, ev rêûresma  birêve çû.

Di berdewamiyê de, derheq hin mijarên girêdayî bê zimanê dayîkê hatine pêşkêşkirin, û  herwisa bi belavkirina sirûda “Nîştiman”, rewşa rêûresmê  rengekeke din girte bi xwe.

 Herwisa di beşên din de, bi hilgirtina siloganên wekî “xwendin bi zimanê dayîkê mafê  her mirovekî ye” salroja zimanê dayîk pîrozkirin, û bi wî rengî deng û daxwaziyên xwe, derheq nivîsîn û xwendina bi zimanê dayîkê anîne ziman.

Herwisa di berdewamiyê de,ev rêûresma bi pêşkêşkirina  stranên dengbêjî û birêvebirina şano û rêkeberiyî,  hatibû xemlandin.

Rêûresma rêzgirtin ji salroja zimanê dayîkê, di bajarên wekî Şino, Pîranşarê bi beşdariya mamosta û xwendekaran hate lidarxistin.

Di Kurdistana Rojhilat de, bibuha dan û vegeşandina zêde ya Zimanê Kurdî, çendîn sazî û navendên ku bo hînkirina ziman û kultûra Kurdî hatine avakirin, bi awayên xwebexş li pêxema zindî ragirtina kultûr û zimanê Kurdî kar dikin.