Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi cih hêlana welat ji aliyê kesên xwedî şiyan ve

13:54 - 25 Tebax 2019

Kurdistamedia: Medyayên rejîmê revîna Mêjkan anku kesên jêhatî, ji welat piştrast kirin.

Pêşkêşkareke televîzyona rejîmê got: Ji 150 xwendekarên para bîrkariya zanîngeha Sene’et Şerîf a bajarê Tehranê, tenê kesek maye û yên din welat bi cih hêla ne.

Eva cara yekemîne ku bi awayê fermî ji deng û rengê rejîmê ve ew yeka bête piştrastkirin ku kesên xwedî şiyan û jêhatî û xwendevan Îranê bi cih dihêlin.

Sedemên revîna kesê pispor û mêjiyan ji Îranê, vedigere bo ser rewşa aborî, civakî, nebûna azadî û nebûna kar.

Salane berdewam kesên pispor û lêhatî di Îranê de derdikevin û rû li welatên bîhanî dikin.

Rejîma Îslamî her çiqas heta niha jî tekez dike ku pêşiya revîna mêjiyan ji Îranê bo derve bigre, yan Îraniyên pispor û lêhatî li derweyî welat vedigerîne Îranê, lê nekariye di hewla xwe de serkevtî be.

Revîna Mêjiyan di Îranê de yek ji xûyatirîn diyardeyên civakî ye ku, bi zaf sedemên wekî, nebûna derfeta kar, rewşa xirab a aborî, bê hivî bûn li jiyanê, û nebûna azadiyê, her li dema hatina ser kar a rejîma îslamî ve, pêsîra xelkê Îranê girtiye.