Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi dehan hezar dibistanî li parêzgeha Xurasanê ji waneyên tora Şad bêpar in

10:49 - 2 Adar 2022

Berpirsê giştî yê Perwerde û Hînkarî yê parêzgeha Xurasanê li Bucnûrdê “Ebulqasim Ekberî” daye zanîn ku 37 hezar dibistanî ji destpêregihîştin bi waneyên Online li tora Şad bêpar in.

Berpirsê giştî yê Perwerde û Hînkarî yê parêzgeha Xurasanê li Bucnûrdê “Ebulqasim Ekberî” tevî îşarekirin bi bêparbûna 37 hezar dibistaniyan ji destpêregihîştin bi waneyên Online yên tora “Şad”, daye zanîn ku 105 cihên wê parêzgehê ji înternetê bêpar in.

Parêzgeha Xurasanê bi taybet li deverên girêdayî bi bajarê “Bucnûrd”ê tevî bêparbûn ji piraniya xizmetkariyan, li înterneta hewce û lezgîn jî bêpar in û bi sedema hejariya xelkê wê parêzgehê, hejmarek zêde ji dersxwanan şiyana dabînkirina hewcehiyên waneyên Online tinînin.

Amara serast a cihên bê înternet li wê parêzgehê û herwisa hejmara dersxwanên bêpar ji waneyên Online gelek zêdetir ji amarên belavbûyî yên îdareya Perwerde û Hînkariyê ne.