Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi destê pir bi xwin ve wane dibêje

13:02 - 2 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistnmedia: Rojnameya “Newyork Post”, di gotarekê de rastiyên tal bas dike; terorîstek bûye mamoste di Amerîkayê de.

Di gotarekê de ku di “Newyork Post”ê de hatiye belavkirin, du nivîser li terora rêberê Kurdan di sala 1992`an de li ristoranekî Mîkonosê li Almaniyayê dikin, ku Dr. “Şerefkendî” û hevalên wî bu destê terorîstên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne şandin hatine şehîdkirin.

Di vê gotarê de nivîser bas ji Husên Mûsewiyan dikin ku di serdema wê terorê de baylozê rejîma Tehranê li Berlîn bû û ew baylozxaneye cihê veşargeha terorîstên şandî li Tehranê bû.

Nivîserên gotarê dibêjin: “di sala 1992`an de Mûsewiyan baylozê Îranê di welatê Almaniyayê de bû, û di dema dadgehîkirina terorîstên Îranê de, navbirî gotibû ku ew tohmetên dixine stuyê hikûmeta Îranê wekî henekanin û dê dadgeh hikûmeta Îranê bê tawan nas bike û hûnê jî bibînin, lê piştre dadgehê hikma tawanbariya Îranê da, û  dadgeha Almaniyayê jî daxwaz ji Îranê kir ku Mesewiyan û terorîstên din li nav balyozxanê ji welatê Amaniyayê bibine derê.”

Gotara ku “Newyork Post”ê belavkiriye dibêje, piştî ku Mûsewiyan li Almaniyayê çû derê, rejîmê ew kir bi şêwirmendê Ewlehî ya Îranê, piştre di serdemê serkomariya Obama de çûbû Amerîkayê û di wir de digel navendên hizir yên Amerîkayê hate xuyakirin û civîn digel navbirî pêk anîbûn.

Nivîserên gotarê dibêjin ku Mûsewiyan di axa Amerîkayê de jiyan dike, di wan salan de, nek li dijî terora Mîkonosê neaxivîye û li berê peşîman nîne, belkî bi berdewamî berevanî li siyaseta rejîma Tehranê kiriye.

Di civîn û nivîsînên xwe de, bi berdewamî hêcet bo siyasetên axûndan di Îranê de anîye û bûye binkeyek ku berevanî li siyasetên axûndan kiriye.

Nivîsre dibêjin, di dema ku îdareya Tiramp ji lihevhatina digel Îranê vekişaye, êdî mana baylozê terora serdemê Mîkonosê di axa Amerîkayê de, qazancê wî bo Kî ye.