Şeva Çarşemî rêkevta 8`ê Hezîrana 2022`an demjmêr 9:30 deqeyan bi dronek bomrêjkirî êrîşî li ser bajarê Hewlêra Herêma Kurdistanê hat kirin û di encamê de 3ê welatî birîndar bûn.
Ev êrîşa drona bomrêjkirî ya li ser Hewlêrê li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê hat encam dan.
Wezîrê Tendrustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzencî di vê derheqê diyar kir ku, di vê êrîşa terorîstî de, 3ê welatî bi awayek sivik birîndar bûne û herwisa hejmarek maşîn û xwaringehek jî zirar ber ketine.
Ev çendmîn carin ku êrîşên terorîstî yên bi wî rengî li dijî Herêma Kurdistanê pêk tên û pêka zanyariyan, girûpên şî`e meseb û yên girêdayî rejîma Îranê bi hinceta hebûna hêzên leşkerî yên Amerîka û herwisa endamên saziya Mossad a Îsraîlê kiryarên han encam didin.
Spaha Pasdarana terorîst di 29`ê Adara îsal de jî, bi 12 mûşekên balistîk êrîşî li ser avahiyekê li bajarê Hewlêrê kiribû û di vê êrîşê de jî ti zirarên canî nebûn lê avahiya welatiyekî bi tevahî hiloşiyabû.
Spaha Pasdaran terorîst li rêya milîş û girûpên girêdayî xwe bênavber êrîşî li ser Herêma Kurdistanê dike û pêka nirxadinên siyasetvanan ew kiriyarên terorîstî yên rejîma Îranê, ji ber lihevkirina PDKê ya bi tevgera Sedir û hevpeymaniya Siyad ya sonî mesebên Îraqê ye ku rejîma Îranê tehemula wê nine.