Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi fermî nasîna komkujiya Êzdiyan di parlemana Holendayê de

12:05 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pêka nûçeyên belavbûyî, piraniya nûnerên parlemana Holendê terha cinayeta DAÎŞê li dijî Êzdiyên Başûrê Kurdistanê wek “jenosayd û cinayet li dijî mirovatî”yê pejirandin.

Hatiye zanîn ku ew hewla parlemana Holendayê, terheke miroviya girîng bo civatgeha Êzdiyên Holendê ye.

Sala 2014`an Saziya terorîstî ya DAÎŞê êrîşê ser deverên Êzdiyên Başûrê Kurdistanê kir û yek ji wan deveran Şengal bû, û di wan êrîşan de hezaran xelkê Êzdî ji aliyê DAÎŞê ve hatine komkujkirin.

Parlemana Herêma Kurdistanê jî komkujiya Êzdiyan wek jenosayd bi fermî nas kiriye, roja sê “August”ê jî ew roja wek jenosayd binav kiriye.

Heta niha çendîn gorên bikom ên Kurdên Êzdî hatine dîtin ku di dema DAÎŞê de ew hatibûne komkujkirin.

Heta niha çendîn caran di parlemana Ewropayê de jî behsa jenosayda Êzdiyan hatiye kirin.