Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hegera 6 teqînan li Kabolê de sedan kes hatne kuştin û birîndarkirin

12:11 - 27 Tebax 2021

Li kabola Paytextê Efxanistanê de bi dûhevde, 6 teqîn qewimîn ku bi vê sedemê sedan kes hatne kuştin û birîndarkirin.

Duh roja Pêncşemiye 26ê Tebaxa 2021 an, li Kabola Paytexta Efxnistanê de 6 teqînên terorîstî qewimîn ku gorî amaran heya niha bi vê hegerê 72 kesan jiyana xwe jidest daye ku di nava kuştiyan de 13 serbazên Amerîka jî hene, û herwisa sedan kesên dinê jî birîndar bûne.

Ev teqînane di demekê de qewimîn ku piraniya Efxanistanê û bitaybetî bajarê Kabolê di bin kontirola Taliban de ye û gorî rêkevtina Amerîka û Taliban, Amerîka mijûlî derêxistina hêzên xwe ji Efxanistanê ye.

Wezareta bergiriya Amerîka can jidest dana serbazên xwe piştrast kir û Serkomarê Amerîka jî ku bi sedema rêkevtina digel Taliban di navxwe û derweyî Amerîka de tête rexne kirin, ev teqînên Kabolê şermezar kirin û bi kiryarên terorîstî hesibandin û gefa tolhildanê ji encamderên wê xwer.

Gorî hinek jêderan, çiqa Xorasan a girûpa terorîstiye Daîşê berpirsayetiya wan teqînan kêşaye ustê xwe.

Ew teqînên di Kabolê de dane xuyakirin ku Girûpa Taliban şiyana dabînkirina ewlehiya wî welatî nine û qedera Efxanistan û xelkê rojreşe wê dê rastî şer, teqîn, derbiderî, xwîn û agir bibe, xelkê Efxanistanê û zaf welat û piraniya hêz û aiyên Efxanî û dijberên serkomarê Amerîka li navxweya Amerîka de, wê yekê jî dêxne ustiyê Ceo Baydênê serkomarê Amerîka, ku bi vekişandina hêzên Amerîka ji Efxanistanê, ev welat rastî qederekî reş kir, bi awayekî dinê jî da xuya kirin ku Amerîka di stratêjiya xwe de rastî şikestê hatiye.