
Kurdistanmedia: Di çend Rojên derbasbûyî de, bi hegera barîna befreke giran li Rojhilatê Kurdistanê û nemaze li parêzgeha Urmiye, Rêyên zaf gundan ên hatoçû qut bûne û pirsgirêkên mezin bo xelkê afirandiye.
Pêka Nûçeyên belavbûyî, Di çend Rojên derbasbûyî de, bi hegera barîna befreke giran li Rojhilatê Kurdistanê û nemaze li parêzgeha Urmiye, Rêyên zaf gundan ên hatoçû qut bûne û pirsgirêkên mezin bo xelkê afirandiye.
Hinek cihan nêzî mêtrek befr bariye û herwisa bi hegera rabûna “ba”, befir li ser rêyan û cihên kûr bûye Şape.
Pêkaka nûçeyekê ku rejîmê ragihandiye, di parêzgeha Urmiyê de, Rêya hatoçû a 78 gundan bi tewavî qut bûye.
Berpirsê rêweberiya hatoçû ê bajarê Urmiyê ragihan, ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de, aliyê kêm rêya 154 gundan hatiye girtin.
Xelkê gundên deverên Mihabad, Serdeşt, Pîranşehr, Selmas, Xoy, Tikabê, li zaf cihan her bixwe bi merikan dest kirine bi vekirina rêyan, û rejîmê jiyana xelkê piştguh xistiye û ti emirazeke paqijkirina rêyan naşîne da ku rêyan paqij bikin.
Xelk bi hegera nebûna hatoçû, nikarin hewcehiyên jiyanê dabîn bikin, yan hekî nesax hebin nikarin bigehînine navendên dermanî.