
Di 24 demjimêrên derbasbûyî de, bi hegera ba û barîna tozê, rewşa hewayê parekî zaf ji parêzge û bajaran di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de gelek pîs bûye û jiyan û tendirustiya xelkê xistiye ber tirsê.
Roja Duşemî 4`ê Gulanê, tozbarîn û ba û bahoza xaliyê, piraniya parêzgehên Îranê, bi taybetî parêzgehên Xûzistan, Sîstan û Belûçistan, Hemedan, Îsfehan, Çarmehal û Bextiyarî, Luristan, Zencan bi tewawî girtine û hewayekî lêl û ne tendirust heye û jiyana asayî û bêhnkêşanê dijwar kiriye.
Wê tozbarînê Rojhilatê Kurdistanê jî girtiye û bi taybetî herduk parêzgehên Îlam û Kirmaşanê girtiye û jiyan dijwar kiriye û bi taybetî canê kesên nexweş û pîr û zarokan ber tirsêye.
Tozbarîn û ba û babelîsk û nepaqijiya hewa, bûye sedem ku parekî berçav ji kar û hatinûçûyîn û derkevtin bête rawestiyan.
Herwisa li parek ji bajarên parêzgeha Xûzistanê her der hatine daxistin û rewşekî awirte hate ragihandin.
Gorî pêşbîniya Keşnasiyê, pêlekî ba û baranbarînê di rê de ye, û ew hêviye heye ku barîna baranê renge bibe sedema kêmkirina tozê û paqij bûna hewa.