Roja 17 ê Hezîranê bi hegera bombebarana devera biradost ji aliyê Balafirên Tirkiyê ve, Welatiyekî xelkê Başûra Kurdistanê bi navê Ebas Mexdîd temen 37 salî, şehîd bûye.
Tête gotin ku Ebas Pêşmerge bûye, û cinazê wî di Goristana Sinûrê Bajêrokê Herîre bi axê hate sipartin.
Bi hegera bombebarana Tirkiyê û herwisa topbarana rejîma Îranê, di wan 2 rojên derbasbûyî de, gelek xisar geheştiye sirûştê rez û bax û hasila xelkê Herêma Kurdistanê û û hezaran kesan ji xelkê zehmetkêşe Kurdistanê bi neçarî û bona parastina canê xwe cih û var û kar û werzîgarî û terşdariya xwe berdan û ji gund zozanên nêzîk sinûran dûr ketin.
Rejîma terorîstperwere Îranê hemî salê di dema hasil û çuna xelkê bo zozanan, dest dike bi topbarana axa Herêma kurdistanê û xisarekî zaf digehîne hasil û çandiniya xelkê û Agir berdibe jîngeh û dar û gij û giya.