
Piştî barîna pêleke tunde Baranê di piraniya nawçên Îran ê de, gelek cihan Lehî rabû û gelek xisar bi dû xwede gehande Gund û bajaran.
Lehi di çendîn cihan de kevte nava Bajaran û xisarên mezin gehandine xelkê.
Li Bajarê Qumê Ava Lehiyê hemî bajar da ber xwe û tejî Malan bû û jiyana xelkê tûşî astengiyan bû, Berq Av Gaz Telefûn di zaf taxên Bajar de qut bûn.
Lehiyê Sedan Maşînê Welatiya dane ber xwe û tûşî xisarê kirin.
Mal û Dikan tejî bûne ji Heriyê û xelk jî bi destê betal û bê îmkanat, û bi hegera hebûna Korona yê çi ji destê wan nayê.
Bi hegera rabûna Lehiyê gelek Rêke û Pire xirab bûne.
Di parêzgeha Qezwîn ê jî Lehiyê gelek xisar pey xwe bi cî hêlaye.
Çendîn Pire herifandine, Pira binavûbange Segzabadê bi tewawî herifandiye.
Li ser Rêka Çalûsê gelek cihan Çiya herifiye û kevtiye ser Rêkê.
Li hember wan bûyeran de rejîmê heya niha çi nekiriye û Welat û jiyana Welatiyan bi tewawî pişguh xistiye û bo mana deshilata xwe, wan bûyeran bi ne`emeta Ilahî dizane.