Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hegera teqa Sipaha terorîste Pastaran Şivanek bi tundî birîndar bû û dehan ser Pêz jî telifîn

12:39 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2020

Hêzên terorîste Sipaha Pastaran di çiya yên nêzî serhidûdan herkesê ber çavê wan kevt, didne ber desrêja gun û heta rehmê bi Pez û heywanan jî nakin.

Di heyamê 3 rojên derbasbûyî de, di nava Zozanên Kaniyereşê nêzî gundê Wêze a girêdayî  bi bajêrokê Çomanê, hêzên Sipaha terorîst, bireke pezê xelkê di nava Zozanan dane ber gulan ku di encamê de, Şivanê Pez bi tundî birîndar bû , û deha ser pez jî kevtne ber gullan û telifîn. 

Roja Pêncşemiyê ve heya niha ewa cara 2 yê ye ku bi hegera teqa Sipahê, pez û heywanêt xelkê têne kuştin.

Gorî zaniyariyan rewşa tendirustiya Şivanê ku bi hegera teqa Sipaha terorîst hatî birîndarkirin, gelek xirabe û bona nojdariyê û çareseriyê, bo nexweşxana bajarê Hewlêrê hatiye veguhastin.