Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hegera teqîna enbarekê erdhej çêbû

11:54 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: piştî ceribandina madeyên teqemenî di nav çiyayan de erdhejeke 3.2 li parêzgeha Qezwînê çê bû.

Demjimêr 8 û nîvê şeva Înê rejîmê ragihand, ku erdhejek bi qasê 3.2 rîxterê li navbera Heştgirdê û Abîkê li Parêzgeha Qezwînê çêbûye.

Digel wê erdheja li parêzgeha Qezwînê, xelkê wê herêmê hayê teqîneke bihêz bûne.

Ev cihê ku dengê teqînê jê hatiye, lexmeke ku rejîmê di binê çiya de lêdaye û wekî enbara madên teqînê bikar tine.

Xelkê Heştgirdê dibêjin, ku eva erdhej nebûye, belkî teqîneke mezin bûye di wê enbara binê çiya de ku erd hejandiye.

Tête gotin hemû hêzên rejîmê di wir de halê amade başiyê de ne, û îznê nadin ku ti kesê ji binkeya leşkerî a Abîkê derkevin, û herwisa nehêlane kes nêzê cihê teqînê bibin.

Heta niha hêzên rejîmê li ser vê teqîna bihêz û xisarên vê, ti daxuyaniyek nedane.

Berpirsên rejîmê herçiqas heta niha înkara teqîna enbara cebirxana di nav padigana Cewadniya ya Abîkê dikin, û dibêjin ewa erdhejeke surûştî bûye li parêzgeha Qezwînê, ewa jî di halekê de ye ku hemû xelkê deverê hayê teqîneke bihêz li nava singê çiya bûne ku enbara madên teqînê û mûşekî yên rejîmê ye.