Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi helkefta 26ê Xermananê çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin

14:14 - 12 Îlon 2020

Endam û alîgirên PDKÎ di gund û bajarên Kurdistanê de, bi helkefta 28emîn salvegera terorkirina Dr. “Şerefkendî” û hevalên wî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endam û alîgirên PDKÎ di gundê “Riwar”a girêdayê Sewlavayê de, bona bilindragirtina bîr û yada “şehîdên 26ê Xermanan”ê, alaya pîroz a Kurdistanê bilind kirin û sirûdên şoreşgerî belav kirin.

Êvara roja Înê, 11ê Îlonê, “Pêşmergên Bajar” di bajarê Seqizê de, bi helkefta salvegera “Şehîdên Mîkonos”ê trakt û posterên taybet pêwendîdar bi wê rojê belav kirin û digel “şehîdên 26ê Xermanan”ê û armancên Partiya xwe, peyman wefadariyê dubare kirin.

Ew çalakiyên banghêjî di “şareka Danişgah, şareka Zagros, Taxên Şanaz, Kerîm Ava, Hemal Avaya jêrî û jorî, nava bazar, Çemê Welîxan, Salmendan û Qereçî Ava” yên girêdayê bajara Seqizê de hatine lidarxistin.

Endam û alîgirên PDKÎ di çalakiyên berfireh li deverên “Leylax” û “Dêwulan”ê de, terorkirina Dr. “Şerefkendî” şermezar kirin û bi wê hilkeftê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Ew çalakiyên banghêjî di “Xwar Caide, Taxa Qedîm a Dêwulan, Taxa Zagros, Sexawetên 1 heta 5ê, taxa Şafi`î, Gen Ava, Cehadgeran, Meskena Mêhr, Seyrangeha Heft Soran, gundê Hewaco, Nasir Ava, Arezin, Qazî Co, Aliyava, Yelûz Xaç, Kingire û rêya Dêwlan-Senqur”ê de hatine lidarxistin.

Herwisa endam û alîgirên PDKÎ di gundên “Berê Begzade”û bajaroka “Nê” ya Merîwanê de, bîr û yada “Şehîdên 26ê Xermanan”ê bilind ragirtin û trakt û posterên taybet bi wê rojê belav kirin.

Herwisa “Pêşmergên Bajar” di bajarê Şinoyê de, di taxa “Emîr Abad”ê de çalakiyên banghêjî lidar xistin û trakt û poster di “Derdora Mizgevtê, Xwendingeha Kiçan û xwendingeha Kuran, ber derê Malan û şeqamên wan cihan” de belav kirin.