Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hezaran dermanxaneyên Îranê ên berpirsên rejîma Îranê ne

12:07 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Pêka lêkolînên Dîwana Jimêryariya rejîma Îranê, ew derfetnameyên ku bo danîna dermanxaneyan hatine danê didine xuya ku hezar kes ji berpirsên rejîmê ên ku di desthilatê de ne, derfetnameya danîna dermanxaneyan vergirtine.

Pêka vê lêkolînê, nêzî 13 hezar dermanxane di Îranê de hene ku xwediyê 812 dermanxaneyan, berpirsên rejîmê ne û 221 kesên dinê ji berpirsên beşa dermanî ne ku rasterast siyaseta beşa dermanî dadirêjin.

Herwisa 177 kes di beşên din ên dermanî de li beşa teknîk a dermanxaneyan bi awayê demkî mijûlê kar in.

Ew rewşa di halekê de ye ku piraniya wan kesên ku di beşa dermanî de birvanameyên zaningehan vergirtine û bi awayê akademîk û zanistî kar kirine, bi sedema bihêztirbûna sîstema rantî, li ti beşeke dewletî û taybetî kar peyda nakin, ew jî bûye sedem ku kesên bispor ên berhemanîna dermanan bo welatên dinê koçber bibin.