Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hikefta 26ê Sermawezê li bajarê Urmiyê çalakiyên banghêjiyê hatine li darxistin

13:13 - 6 Kanûna pêşîn 2021

Di bajarê Urmiyê de Pêşmergên bajar bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê çalakiyên banghêjiyê li darxistin.

Şeva derbasbûyî 14ê Sermawezê “Pêşmergên Bajar” ên bajarê Urmiyê bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistanê li bajarê Urmiyê û çend cihên derdora wî bajarî, bi belavkirina tiraktên taybet bi roja 26ê Sermawezê, çalakiyên banghêjiyê li darxistin.

Ew cihên ku çalakiyên banghêjî têde hatine li darxistin ev in: “Rêya Enher bo Elwacê ,Îslamabad û derdora wê taxa bajarê Urmiyê.”

Pêşmergên Bajar, tevî lidarxistina wê çalakiya banghêjiyê ragihandin: “Di her rewşekê de piştevanê hêza Pêşmergê Kurdistanê ne û emade ne her erkek Hizbî ku bi wan bê spartin di her cihekê de bi rê ve bibin”.

Herwisa pêşmergên Bajar Li bajarê Urmiyê soza xwe bo berdewamkirina wê rêbazê û heta gihîştin bi armancên pîroz ên gelê Kurd, dubare kirine û ragihandine ku  amadeyê dana her nirxekê ne.