Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 10`ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn.

14:13 - 27 Adar 2021

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin û digel rêbaza şehîdan peyman û wefadariya xwe nû kirin.

Endamên tekoşer ên Demokrat li gundê “Rehîm Xan” yê ser bi bajarê Bokanê, serdana tirba şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê  kirin û tirakit û posterên taybet bi wê rojê belav kirin.

Tekoşerên Demokrat di vê çalakiyê de digel şehîdên sorxelat ên  Kurditanê peyman û wefadariya xwe nû kirin û amadehiya xwe bo her core erkekê dane xuyakirin.

Hevdem li bajarê Pîranşarê li taxa “Şînavê” endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina tiraktên hizbî,  10`ê Xakelêweyê bilind nirxandin.

Herwisa li bajarê Şinoyê ciwanên qehreman ên Demokrat bi boneya roja Şehîdên Kurdistanê bi nivîsîna siloganan li taxên xwendingeha “Se`îd Emînî û Gawdaran û Emîr Abad”ê çalakiyên berfireh yên banghêjî bi rê ve birin.

Şehîdan taca xiwînawî a Jiyanê ne, şehîdan dimika Çiyayê bawer in, rêya şehîdan rêbaza serkevtinê ye, şehîdan çiraya rêya xebat in, silav li Serkomar şehîd Pêşewa Qazî Mihemed” ev beşek ji sinoganên tekoşerên Demokrat ku li bajarê Şinoyê li ser dîwaran nivîsandine.

Her bi vê boneyê li gundê “Serrêj” yê ser bi bajarê Merîwanê endam û rekoşerên Hizba Demokrat bi kêşana wêneya alaya Kurdistanê û nivîsîna siloganan yad û bîra 10`ê Xakelêweyê bilind nirxandin.

Herwisa li Kirmaşanê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê bi nivîsîna silogana “Şehîd çiraya rêya xebatê ne” yad û bîra wê rojê bilind nirxandin û çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.