Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 22ê Pûşperê çalakiyên banghejî hate lidarxistin

18:40 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 15ê Pûşperê, ji aliyê endam û alîgirên hizbê ve li bajarê “Şino” û “Pîranşehr”ê bi hilkefta 22ê Pûşperê, salvegera teror kirina “Dr.Ebdullrehman Qasimlo” Skirtêrê PDKÎ çalakiyên banghêjî hate lidarxistin.

Alîgirên hizbê di deve devê 22yê Pûşperê salvegera teror kirina “Qasimlo”  bi belav kirina pustêr û wêneyên Dr. “Qasimo” li bajarê “Pîranşehr”ê û li cihê seyrangeha “Gilwê” û “Kanîreş” û herwisa li nêzî gundê “Likbin” çalakiyên banghêjî  lidarxistin.

Ji aliyekî din ve jî li taxa “Mam Temir”a ser bi bajarê “Şino”yê bi nivîsîna dirûşmên wekî “silav li Qasimlo” û “Qasimlo di rêbaza xwe de zîndiye” çalakî hatine lidarxistin.

Dr. “Qasiml” di rêkevta 22ê Pûşpera 1368 ê ji aliyê terorîstên rejîma Îslamî a Îranê li bajarê “Viyena” paytexta welatê Otirîşê li ser mîzê gotûbêjê hate şehîd kirin.