Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 22’ê Pûşperê di binkeya serekî ya PDKÎyê de rêûresmek bi rê ve çû

20:15 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Duşemî 20ê Pûşpera sala 1401an a Rojî, bi hilkefta 22ê Pûşperê, salvegera “şehîdên Viyenê”, li binkeya serekî ya PDKÎ li kempa Azadiyê, rêûresmek hat lidarxistin.

Ew rêûresm bi beşdariya hejmarek ji endamên rêberatî, kadir, pêşmerge û malbatan bi rê ve çû.

Rêûresm bi sirûda Netewî ya “Ey reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pagij yê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştre peyama Navenda Siyasî ya PDKÎ ji aliyê endama Navenda Siyasî ya PDKÎ,“Ronak Fethî” ve hat pêşkêşkirin.

Piştre ji aliyê pêşmerge û hunermend “Xulam Fatihî” ve sirûda “Qasimlo Dengit bihêz e” hat strandin.

Herwisa peyama hevpar a rêkxiravên weke“Jinan û Lawên yên Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Xwendikarên Demokrat a Kurdistana Îranê” ji aliyê sekreterê Yekîtiya Lawan “Pêjman Şerî`etî” ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de sirûda “Ey mamosteyê mezin û zana”, ji aliyê zarokên navenda “Nêrgiz” ve hat strandin.