Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 2`ê Rêbendanê çalakiyên banghêjî berdewam in

11:35 - 19 Kanûna Paşîn 2021

Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 2`ê Rêbendanê bi berdewamî çalakiyên banghêjî bi rê ve didin.

Ciwanên qehriman bi hilkefta 2`ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê, li “Şamat a ser bi bajarê Mihabadê û li gundê Befrewan çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Li bajarê Sineya xwînawî xortên Pêşewa li gundê “Şiyan” çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li Şinoyê, ciwanên Demokrat bi hilkefta 2`ê Rêbendanê li: “Mizgevtên Seydavê naskirî bi mizgevta Sûtaw û Hezretê Ebûbekirê Sidiyq, Hr. Adem li Rehîm Abad, Hr. Îsmaîl li Selîm Abad, Îmam Şafi`î li Rehîm Abad, şeqama Pîranşehir, Taçînawê, şehrekî Yasa, devera Emîrabad, kolana Seydavê, kolanên 40 mîtrî û felekeya Esb” çalakî hatine lidarxistin.

Li Nexedê, têkoşerên Demokrat li gundê “Şawele” bi bilindkirina alaya Kurdistanê li ser tirba şehîdan pîrozbahiya 2`ê Rêbendanê kirin. Herwisa li: “Mizgevta Hacî Xidir, Bilalî Hebeşe, şeqama Kûy Xeyam pişta talara Newroz, şeqama koçeyê 78, şeqama Meydana Kawiyan, şeqama Pîranşehir, parka Mu`elim û 16 Dezga” jî çalakî hatin lidarxistin.

 Li pîranşehirê, qehrimanên Demokrat li gundê “Gezkesk, Kone Lacan û Zêwe” çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Li Paweyê jî ciwanên Demokrat digel Komara Kurdistanê peyman nû kirin.