Roja Înê 24ê Befranbara 1400an a Rojî, bi hilkefta hatina 2ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê, li sînorê “Başmax” û gundên “Nê” û “Wilejêr” yên ser bi bajarê “Merîwan”ê çalakiyên berfireh yên banghêjiyê hatine lidarxistin.
Di wê çalakiyê de komek tirakt û posterên pêwendîdar bi wê hilkeftê li ser rêyên sînorê “Başmax”ê hatine belavkirin.
Li gundê “Wilejêr” jî li ser dîvarên malan alaya Kurdistanê kêşan û siloganên wekî: “Pîroz be 2ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê” nivîsandine û ew hilkefta pîroz kirine.
Herwisa li bajaroka “Nê” jî bi kêşana alaya Kurdistanê û nivîsîna “Qazî yad û navê te di dilê me de nayê reşkirin” ew bajaroke zêdetir xemilandin.