Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya PDKÎ bona koça dawî ya têkoşerê kevnar û kesayetiyê naskiriyê siyasî yê Îraq û Kurdistanê, “Behaeddîn Nûrî” peyameke hevxemiyê belav kir.
Deqê peyamê wiha ye:
Peyama hevderdî û sersaxiyê
Bi kul û xemekî zêde ve, mixabin roja Sêşemî, nûçeya koça dawî ya têkoşerê kevnar û kesayetiyê naskiriyê siyasî yê Îraq û Kurdistanê û parêzerê pêdegirî yê tevgera azadîxazî û mafxwaziya gelên Îraqê û Sekreterê Berê yê Partiya “Şûî”, “Behaeddîn Nûrî” li temenê 93 saliyê de gihîşte me.
Lewma em hevxemiya xwe digel malbata serbilind û xebatkar a “Behaeddîn Nûrî” û heval û hevçeperên wî yên rojên dijwar ên xebata bajar û çiya yên wî kesayetiya têkoşer nîşan didin û xwe bi hevderd û hevxemê wan dizanin û sersaxiyê dibêjne wan.
“Behaeddîn Nûrî” bilî hevxebatî digel Partî û aliyên siyasî yên Îraqê û Kurd, pêwendiyeke gerim û gur digel hêzên çep û pêşketinxwazên deverê jî hebû û yek ji dostên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û hevalekî kevnar û emegnasê PDKÎ û rêberên tim zindî, “Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Şerefkendî” û rêberên PDKÎ bû.
“Behaeddîn Nûrî” di asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de li dema qewimîna şerê cergbir yê navxweyî di Herêma Kurdistanê de bê westiyan hewlên dilsozane didan û bi berdewamî digel kesayetiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bona bi dawîanîna wî şerê malwêranker pêwendiyên hebû ku bi xweşî ve û bi hewla hevalan ew şer bi dawî hat.
“Behaeddîn Nûrî” li sala 1953an ji aliyê deshilata wî demî ya Îraqê ve hate binçavkirin û li sala 1994an jî, “Tevgera Demokrasîxawzên Kurdistan”ê ava kir û bi vê rêyê ve jî xizmet bi armancên gelê Kurd kir.
Di dawiyê de, careke din em sersaxiyê dibêjine tev malbat û hevalên wî xebatkarê tim zindî.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Dezgeha Pêwendiyên Giştî
Mihemednezîf Qadirî
11`ê Sermawez a 1399`an a Rojî
1`ê Kanûna Pêşîn