
Roja Sêşemî 8ê Adara 2022an “Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê” bi hilkefta roja cîhaniya jinan li kempa “Dêgele” semînarek lidar xist; di vê semînarê de beşek ji endamên rêberayetiya PDKÎ,beşdar bûn.
Rêûresmê bi xwandina sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî destpêkir.
Piştre “Fuad Xakîbêgî” bi hûrî bas ji rola jinan di nav xebata çekdarî û siyasî de kir.
Di qonaxek din a wê semînarê de “Evîn Mistefazade” li derheq naveroka wê rojê, bo beşdarbûyên semînarê gotinên xwe pêşkêş kir.
Semînar bi pirsiyar û bersivdanê bi dawî hat.