Di Bajarokê Koser a girêdayî bajarê Merdîn a Bakûra Kurdistanê de semînarek bi hilkefta 2`ê Rêbendan salvegera avabûna Komara Kurdistanê, ji aliyê taya Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK)ê ve û bi alîkariya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ve hate lidarxistin.
Roja Înê 4`ê Rêbendan, semînarek li bajarokê Koser a girêdayî bajarê Merdîn a Bakûra Kurdistanê, bona baskirin li ser Komara Kurdistanê, ji aliyê taya Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK)ê ve û bi alîkariya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ve hate lidarxistin.
Semînarê bi Sirûda netewî a “Ey Reqîb” û xûlek bêdengî jibo rêzgirtin ji canê paqij ê Şehîdên Kurdistanê dest pêkir.
Di wê semînarê de “Me`sut Tek” Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)ê û “Se`îd Veroj” “Tehsîn Sever” û serokê taya Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK)ê li Mêrdînê “Bedran Acar” bo biranîna salvegera avabûna Komara Kurdistanê axivîn.
Her yek ji axînerên wê semînarê mijarek û aliyeke girîng ya Komara Kurdistanê bas kirin.