Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta salvegera şehîdbûna Serwan “Çeko” çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn

13:14 - 10 Gulan 2020

Endam û alîgirên PDKÎ di bajarê Bokanê de, bi hilkefta salroja şehîdbûna Sewran “Çeko Rehîmî”, çalakiyên banghêjî lidar xistin û bîra wî Nemirê bilind ragirtin.

Têkoşerên Demokrat di bajarê Bokanê de, bi hilkefta salroja şehîdbûna Serwan “Çeko Rehîmî”, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin û serdana tirba Şehîdên Fermande, “Ebdullah Efşîn Rad, naskirî bi Serwan Efşîn, Ebdulah Feyzî, Mensûr Heqpûr û Mihemed Espûxeyî û Seyîd Mihemed Mehdewî” kirin.

Qehremanên Demokrat bi wê hilkeftê, li nav bajarê Bokanê, li cihên wekî: “Şeqama Înqilab heya bilwara Kurdistan, şeqama Fermandarî, felekeya Mader, bilwara parka Sahilî û taxa Ebûzer”ê de, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Herwisa Endamên PDKÎ di peyama xwe de nîvîsîne: “Li salroja Şehîdbûna Fermandeyê egîd yê PDKÎ, “Çeko Rehîmî”, em qutabiyên rêbaza Şehîd Dr. “Qasimlo” yê rêber, di bajarê Bokanê de bîr û yada wî şehîdê Nemir bilind radigirin û soza berdewambûn di wê rêbazê de dûbare dikin.