Endam û alîgirên PDKÎ di bajarê Awdanan a Îlamê, bi hilkefta salvegera şehîdên 17`ê Xermananê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Di vê çalakiyê de qehremanên Demokrat bi nivîsîna siloganên "bijî PDKÎ û şehîdên Xermananê namirin”, wefadarî û emegdariya xwe bi rêbaza tejî serwerî a şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nû kirin.
Rêketa 17`ê Xermanan a sala 1397`an rejîma tirsiyayî ya Tehranê bi mûşekekan êrîş kire ser meqerên Demokrat li bajarê Koyê, û bi vê sedemê parek ji tekoşer û azadîxwazên Kurdistanê şehîd bûn.