Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkevta 25ê Gelawêjê, çalakiyên berfireh yên teblîxî bi rê ve çûn

23:44 - 5 Tebax 2020

Endam û alîgirên PDKÎ li deve devê 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avakirina PDKÎ, di bajarên Bokan, Mihabad û rêya Serdeşt ê de, çalakiyên berfireh yên teblîxî lidarxistin.

Çavnetirsên Demokrat di wê çalakiyê de, bi belavkirina trakt û posterên taybet bi vê rojê, avakirina yekim Partiya modern a Kurdistanê bi bilind nirxandin.

Çalakiyên teblîxî di wan cihan de bi rê ve çûn: “Gundên Gewirkayetî yên bajarê Bokan ê, bajarê Mihabad, gundên SardeKiwêstan, tabloya Pîrbadîn û kiwêr Kanî, Gulolan a ewraz û nişîv, Kawlan, Xurxure, Zîrandol, Zawkêw, silamet û Qurûçay.

Di piraniya wan gund û deveran de, binkeyên Spaha terorîst a Pasdaran hene û wan rojan, hêzên caş û bi kirêgirtiyan li wan deran de zêde kirine.