Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hinceta 13’ê Tîrmehê çalakiyên teblîxî ên endamên PDKÎ di Kurdistanê de + Wêne

21:46 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Çalakiyên teblîxî yên endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarên Kurdistanê de bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî berdewame.

Li gor rapora Kurdistanemdia, endamên PDKÎ li bajarên Pîranşehr, Urmiye, Bokan, Nexede, Mihabad, Dîwandere, Sine, Kamyaran, Pawe, Ciwanro, Selasa Bawecanî, Dalehû û Gîlanxerbê, bi boneya 22’ê Pûşperê çalakî bi rêve birin.

Gîlanxerb

Tekoşerên demokratperwer ên rêya rizgariya şehîdên Kurdistanê bi nivîsîna derûşm, bilavkirina tirakt, pûsterên taybet yên PDKÎ, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakî bi rêve birin.

Endamên PDKÎ di zanîngeha Peyamnûr a Gîlanxerbê bi nivîsîna derûşmên “Mirin û neman bo terorîzm, bijî rêbaza Qasimlo, bijî Kurdistan” çalakî bi rêve birin û peyman û emeg û wefadariya xwe tev sorxelatên şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Pawe

Bervara 7’ê Tîrmeha 2014’an, rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo û Şerefkendî di bajarê Pawe û derdora wî de bi boneya 22’ê Pûşperê bi bilavkirina tirakt û pûsterên teybet, nivîsîna derûşm li cihê giştî yên bajar û rêyên derodr û bilavkirina CD û fayîlên taybet, çalakî kirin.

Rêya serekî a Pawe bo Newsûdê, cadeya Kemerbendî, derenîşe, parka Komekal, taxa ferhangiyan û zewiyên şehrî navên wan cihaneye ku li bajarê pawe çalakî tê de hatiye kirin.

Bokan

Bervara 6 û 7’ê Tîrmeha 2014’an, di bajarê Bokanê û derdora wî, çalakiyên teblîxî bi hinceta 13’ê Tîrmehê bi bilav kirina tiraktên taybet ên komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ, bi rêve çû.

Avahiya çandî hunerî a parke Mîletê, feleka Fermandarî, şeqama werziş, şeqama Seqiz, şeqama Înqilab, pasajên Hemama kewin, kela Serdaran, sekaniya Omîd, Ebasî, çarrêya şarewanî, herwisa gundên Daşbend, Neçît, Elî ava, Şêxler, Kerîxeya mehmûd ava û Qerekendî, navê wan cihaneye ku li bajarê Bokanê û derdora wî çalakiyên teblîxî hatine kirin.
Di bîranîna şehîdên Viyenê de endamên PDKÎ li bajarêkên gamîşgolî, ala Şîn a esmanî li piraniya taxên gundan bilin kirin û hemû dûkan û ser kanalên gundan tirakt û pûsterên taybet ên komîsyona teşkîlatê hatin bilivkirin.

Herwisa rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo li ser bilindahiya çiyayê Qebrîstanê, ala Kurdistanê û ala şîn a esmanî bilin kirin.

Mihabad

Tekoşerên rastîn ên rêbaza demokratê bervara 7’ê Tîrmeha 2014’an, li devera Çemê Mecîd xan li gundên “Qebaxkendî, serçinar û Qeregol” bi hinceta 13’ê Tîrmehê, 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, tirakt û pûsterên taybet yên komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ bi awayekî berfirah bilavkirin.

Urmiye

Di Urmiyeya demokratprewer de, bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdkirina serkreter giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi awayeke berfireh tirakt û pûsterên taybet û wêneyên şehîd Dr. Qasimlo bilavkirin.

Roja Yekşemiyê di dirêjahiya kar û çalakiya endam û alîgirên PDKÎ li şeqama Sahilî û hemberî îdareya Îtilatê, Şêx tepe, Parka Cengelî, Şereçayî, Şehreka Azadigan hejmara 1 û 2 û feleka polîsrah, çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Li gor raporta han roja Duşemî li gundên Kukê, Tumeter, Topiz ava, Mehmûd ava li devera Berandizê, û gundên Qasimlo, Berojok, MamBirahîm, Şêre û Sêlan a ser bi devera Geliyê Qasimlo, tirakt û dirûşmên 22’ê Pûşperê hatin bilivkirin û ala mezin a Kurdistanê li çiyayê Nijderê hemberî devera Qasimlo hat bilind kirin.

Dîwandere

Di baajrê Dîwanderê de endam û alîgirên PDKÎ roja Duşemî çalakî bi rêve birin.

Her bi vê bonê di şeqam û kolanên bajarê Dîwanderê de bi bilav kirina tirakt û pûsterûên taybet ên PDKÎ li 16 mêtrî, Azadigan, Endîşe, beharan, faza 1, 2 û 2, Ban park Sahilî û çar bax çalakî bi rêve çûn.

Kamyaran

Nexweşxana Sîna, şeqamên Biheştî, Esed Abadî, Selahedînê Eyûbî, rêya Kirmanşanê, rêya Sine, hemberî walî û belediya Kamyaranê kolanên 12 mêtrî û şehreka Bêset, navên wan cihên ku li bajarê Kamyaranê bi boneya 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakî birêve çûn.

Herwiha tekoşerên demokratê bo çendemîn car çalakî di wan cihane de bi rêve birin: Derdora ferhengsera, şeqama Dr. Qasimlo, Meydana Şafêyî, rêya Elik.

Pîranşehr

Bervara 7 û 8’ê Tîrmeha 2014’an tekkoşerên manûnenas ên demokrat bi nêzîkbûna 22’ê Pûşperê çalakiyên teblîxî bi tirakt û pûsterên taybet ên komîsyona Teşkîlatê ya PDKÎ li wan cihane bilavkirin:

Zanîngeha Peyamnûr, parka tîrmînala Pîranşehrê, mizgewta nû a Camî’e, cadeya Şînawê bo Pîranşehrê, debistana Şînawê, feleka Quran, feleka Saet, şeqamê bi navê Îmam, Şeqama Mewlewî a Bakûr û Başûr, kemerbendiya Konelacan, pêş deriyê Dadgeh, feleka bi navê 22’ê Behemnê, benzînxane, mizgewta Camî’eya kewin, îdareya karaba, şeqama Sinet, Fermandarî, derdora talara peywend, şeqama seîd Qutbî Xerbî, mizgewta çarrêya Nebî, şeqma mela Riza, kemerbendiya Kone xanê, derdora mizgewta Nûr, zewiyên padaş, mizgewta kewin a Camî’eya Şînawê û debistana Mehmûd Qadirî.

Herwisa di wan gundên bajarê Pîranşehrê de çalakî bi rêve çûn:

Bnderê, Kelegîn, Derbike, Şino Zeng, karxana qendê, Kêlê, beleban, Endêzê, Girdkaşane, serûkanî, Peswê û Xurînc.

Ji aliyek din ve endamên PDKÎ li rêya sînorê temecîn alaya mezin a Şînê esmanî bilin kirin.

Dalahû

Roja 7’ê Tîrmeha 2014’an, li gundên bajarê Dalahû çalakiyên teblîxî ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ bi bilavkirina tirakt û pûsterên taybet bi rêve çû.

Gundên ku çalakî têde hatiye kirin:

Tenûre, Dê Kone, Kene Her, Dîçmamî, Biyame, Birwend, Zawle, Bîner, Gewre Co, Doşemiyan û bave Kose.

Selasa Bawecanî

Takoşerên demokratperwer ên rêbaza Qazî, Qasimlo û Şerefkendî, li gundên Derbend Sîmîne, Qolqole, Hermeyan, Zirîsk, Dê Reş û Naraw a ser bi bajarê Selasa Bewecanî bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr, qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî bir rêve birin.

Nexede

Bervara 6 û 7’ê Tîrmeha 2014’an, endam û evîndarên PDKÎ bi hinceta 13’ê Tîrmehê li gundên Sêleke, Kerêz, Çomelan, Albilax, Dayîm av, Maswê, Beyîre Moxe, kanîberd, Qarnê, Gelolan, Gergûlê jêrîn û jorîn, Kanî Budax, Kenî Mel, a ser bi bajarê Nexedê çalakî kirin.

Sine

Rêvîngên şehîdên rêya rêzgariya Kurdistanê, bervara 8’ê Tîrmehê li bajarê Sine bi bilav kirina tirakt û pûsterên taybet ên komîsyona Teşkîlatê çalakî bi rêve birin.

Bulwara Kurdistan, kanî Dûşan, şeqama nemekî, Axerzeman, Berdeşt, Gelexan, bulwara bi navê Canbazan, gimtika Behar Mest, Pîr Mihemed, Asyava Ferzane, şeqama Sîrûs, çarrêya Sîrûs, bulwara 28’ê Dêyî, çar bax, şeqama textî, şeqama bi navê Şehîdan, navên wan cihane ku li bajarê Sine çalakî tê de hatine encam dan.

Ciwanro

Endamên PDKÎ li bajarê Ciwanro roja Sêşemiyê li karaca giştî a Kirmanşanê û derdora wî, şeqema Dukturan, şeqama Dr. Qasimlo, derwazeya bajar, parga Giştî, ber driyên sertaşiyan, derdora binkeya polîs û herwiha gundên Şiroêne, Alîava, Kanî mezin, Kanî Pîlayî, Kolse, bazan, Biyaşoş, ên ser bi bakarê Ciwaro bi boneya 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Ebdulreman Qasimlo û hevalên wî bi bilavkirina tirakt û pûsterên taybet ên 13’ê Tîrmehê, çalakî bi rêve birin.