Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hinceta 13’ê Tîrmehê çalakiyên teblîxî ên endamên PDKÎ di Urmiyê û Merîwanê de

16:20 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hinceta 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî bi rêve birin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, endamên PDKÎ li gundên Hûye, Ser Hûye, Saliyan û Încê a ser bi bajarê Merîwanê, bi hinceta 22’ê Pûşperê 25’emîn salvegera şehîdbûna Dr. Qasimlo û hevalên wî serbarê hebûna rewşa ewlehî, çalakî bi rêve birin.

Li gor vê raporê di hemberê her yek ji wan gundane ala Kurdistanê û ala şîn a esmanî bilin kiribûn û bû cihê kêfxweşiya hemwelatiyn deverê.

Herwiha rêvîngên rêbaza Qasimlo di gundê Nê ala mezin a Kurdistanê li ser mizgewta gund bilin kiribûn ku heta 3 roja her li vir mabû.

Ji aliyek din ve li bajrê urmiyê li şehreka Şehriyar, şehreka Zîba, Elwac, Tezilû, Bend, Abyarî, gundê Badikî, Aslamabad, Kuştargah, feleka Muderis, gundê Welinde, gundê Enbê li devera Mirgewer a Urmiyê çalakiyên teblîxî bo cara çendemîn bi awayeke berfireh bi rêve çûn.