Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi minasibeta 10ê Xakelêweyê wêbînarek li Swêdê bi rê ve çû

12:39 - 3 Nîsan 2022

Komîteya PDKÎ li Swêdê, bi hilkefta 10ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê bi hevkariya Yekîtiya Kurdan, Yekîtiya Jinan û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê wêbînarek lidar xist.

Roja Şemî 2ê Nîsanê, Komîteya PDKÎ li welatê Swêdê bi hilkefta 10ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê, wêbînarek bi rê ve bir, û birêvebera wêbînarê “Rojîn Eşrefî” tevî bi xêrhatinkirin ji mêvanan, bernameya birêveçûna wêbînarê ragihand.

Wêbînar bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û xûlek bêdengê bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Di Yekem beşa wêbînarê de, mafzan û lêkoler “Kenêre Mêhfer” wekî malbata şehîd “Luqman Mêhfer”, peyamek belav kir.

Piştire Berpirsê Komîteya PDKÎ li Swêdê, “Ebûbekir Rehmanî” peyama Komîteya PDKÎ pêşkêş kir.

Di berdewamiya wêbînarê de, Endamê Desteya Kargêrî ya PDKÎ “Kerîm Perwîzî” tevî nîşandana hevxemiya xwe digel jan û azara malbatên serbilind ên şehîdan, hevdem li ser çemka şehîd û sedema bi bîranîna wan şehîdan, basek pêşkêş kir.

Paşê “Nahîde Husênî” helbestek taybet bi şehîdkirina “Pêşewa Qazî Mihemed” pêşkêş kir.

Di beşa dawiya wêbînarê de, Civaknasê Siyasî, Dr. “Baban Elyasî” behsek girîng li ser şoreşa Kurd pêşkêş kir.