Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi nav “Kongereya navdarê Kurd” îtîbara wî tune

13:26 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê bo rewabexşîn bi kongereya çewtekariyên xwe li bajarê Sine, bi zora pare û bi mecbûrî hûnermendên Kurd rakêşawin bo wê kongereyê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, birêveberên binav “Kongereya navdarên Kurd”, bi wê ku bi zora rewa bi wê Kongereyê bibexşin, bi pare û bi mecbûrî hûnermend bo wê rêûresmê gazî kirine.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê basa vê yekê kiriye ku, ew kongereye tenê ji dîdgeha rejîmê ve girîng bû, û tenê bixwe bawera wan bi wê kongereya bê naverok hebûye.

Li gorî vê raporê, yek ji hûnermendên Kurd, ku navê wî ji aliyê malpera “Kurdistanmedia”yê ve hatiye parastin, bi zora pare û bi qasî 70 milyon tûmen bo wê rêûresmê hatibû gazîkirin. Hevdem wî hûnermendê Kurd basa wê yekê kiriye ku, ew kongereye ji aliyê wî ve bê naverok bûye û heta sîstemên deng ê xwe yên wekî mayik û dengweş, bo hayama 3`ê demjimêran, bi qasî 20 milyon tûmen bi awayekî mecbûr, di îxtîyara birêveberên wê rêûresmê de dayna ye.