Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi nav nûnerê xelkê Mihabadê her bi xwe gendelkarekî aborî ye

11:06 - 21 Kanûna pêşîn 2020

Di demekê de Celal Mehmûdzade nûnerê rejîmê di meclîsê de bas li jinavbirina gendeliyê dike, lê bi xwe çîrîngeha xelkê Guwêktepeyê dagîr kiriye.

Wî karbidestê rejîmê îdia kiribû ku Şêwra û Şaredariya Mihabadê xula sêyem li ser lipeyketina navbirî bi sedema gendeliyê binçav kirine, lê her bi xwe dest bi ser 2 hêktar li çîrîngeha Guwêktepeyê de girtiye.

Heta wî nûnerê rejîmê îzin nedaye Şêwra û Dêhyarê Guwêktepe bi sedema dagîrkirina çîrîngeha xelkê bêne cerîm û cezakirin. Bi vî awayî 3 milyard Tumen zirar gihandiye xelkê wê bajarokê.

Mehmûdzade karbidestê rejîmê herwisa xwastiye bi navê kesek din ê bi nasnameya “Îran Zade” 12 hiktar bi hênceta karxaneya rûn û sîman dagîr bike. herwisa wî nûnerê dest li çendîn dosyeyên gendeliyan de hebûye ku hemû her bi destê wî hatine perdepoşkirin.