Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi nêzîkbûna roja şehîdbûna Dr. Qasimlo kafînêtên Bokanê tên konterolkirin

21:28 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Îtilat û kincên şexsî yên rejîma Îslamî a Îranê û polîs, bi nêzîkbûna roja 13’ê Tîrmehê bi awayeke tontir ji caran hemû kofînêtên bajarê Bokanê konterol dikin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên rejîma Îslamiya Îranê serberê ewê ku hêzekî zaf ji polîs û kincên şexsî bo kafînêtêna rêkirine, bi awayeke hûr û ji rêya dûrbînên medarbeste û tontir ji caran konterol dike.

Herwiha hêzên rejîm bi xwediyên kafînêtan ragihandiye ku dibe konterola hamû muşteriyan bikin û kara pênasa wan ji wan wergirin.

Bi nêzîkbûna 22’ê Pûşperê roja şehîdbûna Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî, rejîma Îslamî a Îranê hemû salan rewşekî ewlehî bi ser bajarê Kurdistanê da zal dike û bi emniyetkirina deveran û geryana memûrên hêzên Întizamî, hewl didin ku hemwelatiyan bo birêve birina her cure narizayetiyek bitirsîn in.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê salane bi hatina 13’ê Tîrmehê roja şahîdkirina Dr. Qasimlo çalakiyê teblîxî bi rêve dibin û serberê protestokirina terorîzma dewleta rejîma Îslamî a Îranê yad û bîra rêberên şehîd ên PDKÎ bilind dinirxînin.

Raporên çalakiyên endamên partiya Demokrat a Kurdistana Îranê rojane di malpera Kurdistanmedia de tên bilavkirin.