Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi pejirandina kongirê, Co Baydên weke serkomarê Amerîka hate diyarîkirin

12:16 - 8 Kanûna Paşîn 2021

Roja pêncşemiyê 7ê Kanûna Paşîn a 2021an, Kongira Amerîka serekevtina Co Baydên bo serkomariya wî welatî di hilbijartinê de pejiran.

Maîk Pêns cêgirê serkomarê Amerîka ragihand ku Co Baydên 306 dengên eliktral Donald Tiramp 232 dengên di kongirê de bi dest ve anîn ku wê pêkê, Co Baydên dibe Serkomar.

Ew deng wergirtina di kongirê de, û pejirandina serkevtî bûna Baydên di demekê de bû ku basê neroniya encama hilbijartinan di çendîn eyaletan de hebû, û komarîxwazan jêve bûn ku saxtekarî hatiye kirin.

Piştî belawbûna nûçeya pejirandina serkevtina Co Baydên di kongirê de, sedan kes ji alîgirên Tiramp êrîş kirne ser kongirê û alozî û tevlihewî çêbû.

Gorî wê encamê 13 rojên din anku 20ê  Kanûna Paşîn a 2021an, dibe Tiram û Komarîxwaz, deshilatê radestî Co Baydên û Demokratan bidin.

Di wê derheqê de Donald Tiramp tekesî kir ku piştî pejirandina encama hilbijartinê ji aliyê kongirê ve, ew amadeye bê kêşe û bi awayekî serûber, deshilatê radest bike.