Kurdistanmedia: Tevî derbazbûna nêzîkî du mehan li ser destpêkirina demsala nû a xwendinê, heya niha jî pareke zêde ji xwendingehên Kurdistanê, bi sebeba nebûna mamostayan hatine dar xistin.
Tevî vê ku, nêzîkî du mehan e ku, li ser destpêkirina demsala nû ya xwendinê di Îran û Kurdistana Rojhilat de derbaz dibe, lê, heya niha jî pareke zêde ji xwendingehên Kurdistana Rojhilat bi sebeba nebûna mamostayan, darxistî mane¸û dersxwenên wan xwendingehan di demsala nû ya dersxwendinê de, ders a xwe destpê nekirine.
Parêzgeha Îlam, yek ji parêzgehên Kurdistanê ye ku, piştî destpêkirina demsala nû ya dersxwendinê di Îranê de, niha jî pareke zêde ji xwendingehên, gund û bajaran bi sebeba nebûna mamostayan, bi awayê darxistî mane, û desrxwenan demsala nû ya dersxwendina xwe destpê nekirine.
Piştî vê ku malbatên dersxwenan di deverên cuda yên parêzgeha Îlamê de, bi rengekî berdewam ev pirsa şopandine, lê, berpirs û birêveberatiya Perwerde û Hînkirinê ya rejîmê, di vê parêzgehê de ragehandiye ku, birêveberiya Perwerde û Hînkirinê, di hemû bajar û Herêmên parêzgeha Îlamê de, digel nebûna mamostayan rûbirû bûye, û şiyana dabînkirina mamostayan bo piraniya xwendingehên deverên cuda yên wê parêzgehê nînin.
Tevî vê ku, berpirsên rejîmê dibe, di hewla çareserkirina vê arîşeya civakê de bin, lê mixabin heya niha tu pêngaveke micid di vê derheqê de hilnegirtine, û arîşeya paremana civakê, li ser zêdeyî deverên vê parêzgehê de zal bûye.