Agirpêkevtinên cihê şik û gumanê di Îranê de her berdewamin, ku di dirêjiya wan agirpêkevtinanede, Karxaneyek di navbera bajarên urmiye û selmasê agir pêkevt û bi tewawî şevitî û jinav çû.
Roja Pêncşemiyê 26ê Çirriya paşîn a 2020an, Karxaneyeke berhemanîna Yunulêta derbanan anku saxtmanî, agir girt û bi temamî şevitî û ji nav çu û gelek xisara madî pêkevt.
Di demekê de ku navendên bi hewarê de hatinê nêzîkî wê karxanê bûn û dikarîn gelek zû xwe bigehîninê û agir kontirol bikin û nehêlin bi tewawî bişewite, lê hêzê rejîmê ku livê amade dibin, di cihê hehd kirin bo kontirola agir, pê mobaîl û kamêrayên xwe mijûlî girtina wêneyên silfî ne.
Lewmaye bi dîtina wan cure dîmenaneye ku ew gumane bi hêz dibe û tête gotin ku Sipaha terorîstî hebxwe wan agiran berdidne zaf cihan daku welat bi tewawî bişevitîne, daku rewş hinde dinê aloz û pirkêşe be.