Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bê avîyê bi hezaran masî li parêzgeha Luristanê ji nav çûn

11:54 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi sedema çikbûna ava çemê “Tîre” li bajarê “Durûd”ê, bi hezaran masî ji nav çûne û herwisa li parêzgeha Îlamê jî xelkê masiyên çemê “Çirdawil”ê ku bi sedema çikbûnê çem ber bi jinavçûnê ve diçin û her lewma bo çemên din veguhastine.

Bi sedema barîna kêm a befir û baran û herwisa bikaraîna zêde ya ava çemê “Tîre” li parêzgeha Luristanê, ew çem çik bûye û bi hezaran masiyên wî çemî  ji nav çûne û berpirsên rejîmê ti çavdêriyek li ser bikarhatina ava çeman bi taybet bo werzêriyê nakin.

Herwisa çemê “Çirdawil” li parêzgeha Îlamê jî çik bûye û xelkê jîngehparêz hewl dane ku masiyên zindîmayî bo çemên dinê veguhazin û beşeke wan masiyan ji  jinavçûnê rizgar kirine.