Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bilindbûna nirxa birinc nirxa birincê şikestî jî bilind bûye

11:36 - 5 Îlon 2021

Bi sema hejariya xelkê Îranê û bilindbûna nirxa birinc, xelk neçar maye bi qer û qist birinc bikire û niha di bazaran de nirxa birincê şikestî jî bilind bûye.

Nirxa birînc bi awayekî lezgîn bilind dibe û xelk bi sedema hejariyê nikarin birinc bikirin û heta nirxa birincê şikestî ji di bazaran de jî bilind bûye û xelk neçar mane ku bi qer an qistî birinc bo zarokên xwe dabîn bikin û gelek kes hene ku nekarine birincê hewce bo xwarina xwe dabîn bikin.

Rejîma Îranê ti piştevaniyekê ji werzêran nake û werzêrên ku birinc diçînin, hewcehiyên berhema birinc bi nirxeke gelek zêde di bazaran de dikirin û bi wî awayî ti qazancek bo wan namîne.

Endameke birêveberiya Encumena Birîncê Îranê gotiye: “birincê herî baş bi nirxa 31 heta 33 hezar Tumen ji werzêran tê kirin û di bazaran de bi nirxa 46 hezar Tumenî tê firotin.

Xwediyê dukanan gotine ku kirîna birinc kêm bûye û xelk nikarin birinc bikirin û rû bi kirîna birincê şikestî anîne ku nirxa wê jî bilind bûye û eger xelk bi qer an qistî birinc nekirin, birinc li ser sifreya xelkê namîne.